Cezaya Hepsê Ya Li Propagandayên Bi Zimanê Kurdî, Tê Rakirin
Li gor teklîfeke AKPê ya daye meclîsê, êdî wê ji propagandayên hilbijartinê yên bi zimanê Kurdî re, ceza hepsê neyê xwestin.
Li gor teklîfeke AKPê ya daye meclîsê, êdî wê ji propagandayên hilbijartinê yên bi zimanê Kurdî re, ceza hepsê neyê xwestin.
Li gor xebera qezetekê, bi vê teklîfê, di qanûna hilbijartinê de, guhertîn tê xwestin. Di propagandayên hilbijartinê yên bi zimanî ğeyrî Tirkî de, di yesaxa hediye û anketê de, di sembolên dînî û ala Tirkî de, cezayê hepsê tê rakirin, di şûna wan de cezayê pere tê dayîn.
Li gor vê teklîfê, ceza salek hepis, bi 300 rojan, cezaya ji sê mehan heta şeş mehan jî, bi 100 roajan heta 200 rojan bi perê cezaya edlî tê guherandin.
Li gor qanûnê kesê digel yesaxa jî, propaganda bikira, hem cezayê hepis hem jî 75 hezar lira cezayê pere lê dihat birîn. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.