Cezayê Dersa Quranê: Hepsa 36 Salan
Piştî salên 90î li welêt, kesên dîndar marûzî zulm û neheqîyan bûn. Bi 10 hezaran kes hatin binçavkirin û di bin îşkenceyên giran re derbas bûn. Digel kesên girtî, meriv û malbatên wan jî hatin meğdûrkirin. Yek ji wan Mecîd Damar e.
Drama mehkûmên dîndar ên ku di salên 90î de, ji ber fealiyetên xwe yên Îslamî hatine binçavkirin, di bin îşkenceyên giran re derbas bûne û bêhiqûqî û neheqî ji sewiya bilind ve hatine cezakirin dewam dike.
Faîka Damarê ji Ajansa Îlkeyê re beyan kir ku mêrê wê Mecîd Damar 14 sal berê ji ber hessasiyetên xwe yên Îslamî hatiye girtin û marûzî zulmê bûye. Damarê behsa zulm û neheqiyên ku li wan hatine kirin kir.
Faîka Damarê got ku zulma herî mezin ku mêrê wê ji ber hessasîyeta xwe ya îslamî hatiye cezakirin û di hepsan de jî tim sirgûnî hepsên ku ji wan pir dûr e kirine.
Kufleta Mecîd Damar gazî hikûmetê kir û pirsî bê gelo çima ewqas dê û bav û kuflet û zarokên hatine meğdûrkirin nayên dîtin.
Damarê da zanîn ku li zilamê wê di bedêla dana dersa Quranê de 36 sal cezayê hepsê birîne. Ji ber xizmeta Quranê ne poşman in, bi zilamê xwe îftîxar dike û dixwaze bêhiqûqî û neheqiya li wan hatiye kirin rabe.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.