Cezb û Coşa Wîladeta Pîroz Dest Pê Kir
Pîroz kirina mewlûda pêxemberê me bi bernameyên li Tepê û li Cizîrê dest pê kir.
Pîroz kirina mewlûda pêxemberê me bi bernameyên li Tepê û li Cizîrê dest pê kir.
Li Tepa beldeya navçeya Bismila Diyarberkir, îsal cara ewil bû ku pîroz kirina mewlûda pêxemberê me, li meydanê hat pîroz kirin. Bi xwendina Quranê dest pê kir.
Bi xwendina mewlûdê, bi selewat û tekbîran geş û coş dewam kir. Mela Kerbela Şanli, di xeberdana xwe ya Kurmancî de, li ser şefqet û merhameta hezretî pêxember, li ser qîmeta ‘îlmê, li ser hewceya pêgirtina exlaq û terbiya pêxember sekinî. Pêy re, Mela Mahmût Akgul, bi Tirkî li ser naskirin û pêgirtiya riya pêxember peyivî. Grûb Wûslat bi îlahî û perçên xwe guhdaran mest kirin. Di dawiyê de Mela Sebrî Ortaç dûa kir.
Her wiha li mewlûda Cizîrê jî, coş û tevliyek mezin hebû. Bernama mewlûdê li meydana pişt Medresa Sor, bi beşdarek mezin hat li dar xistin. Millet bi parkart û tekbîr û selewatan tevlî pîroz kirina mewlûdê bûn. Xwendina mewlûdê ji teref zarokî biçûk, millet mest kir. Dûre Muhammed Goktaş Xoca, di xeberdana xwe ya bi coş û heyecan de, heyata sehaba li gor vê dewrê behs û ber çav kir. Nexasim ji heyata koleyê Zeydê kurê Harîse, ji bo evîndarên pêxember xweş nimûnand.
Bernama mewlûda pîroz, bi dûa, îlahî û selewatên bi coş qediya. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.