Çima Êrîşî Qur’ana Piroz Dikin

Xwedayê te’ala ji Hz. Adem (as) hetanî Hz. Mûhemmed (as) ji pêxmberê xwe re bi wasîta Cebraîl (as) wehîy şandîye. Ji boy rêya heq bi ber însana xe, emr û nehyê xwe yanî dînê xwe ji boy teblîğî beşerîyetê bike qasid yanê Pêxember hatinin şandin. Ji boy însan him livê dinyê bi huzur û aram be him jî li axretê razîbûna Xweda qezenç bike û jiyana ebedî de bighêje mükâfata cennete.

Lê bi gelemperî kesên xerab û nebaş jî li dijî Pêxembera derketine, ‘îsyankarî kirine û bi wan re dijminantî kişandine. Van kesên nebaş ne li dijî şexsîyeta Pêxembera dijminantî kirine, e wana li dijî dînê Xweda Dijminantî kirine. Çimkî hetanî Pêxembera dînê Xweda ji wan re teblîğ ne kiribû tu dijminantî di nava wan de tunebû. Lê piştî wan d’awetî dînê Xweda kirin nehat hesabên wan ‘îtîraz kirin. Xweda te’ala di ayeta pîroz de wiha dibêje: “Em dizanin ku ew tiştê dibêjin bi rastî te aciz dike. Bi rastî ewan te înkar nakin, lê ewan zalimana bi eşkere ayetên Xweda înkar dikin.” En’am-33

Di dîrokê de pirê caran êrîş li Îslamê û Qur’ana Piroz hatîye kirin. Çimkî li dijî kesên zalim, kedxwar û desthilatdaran Quran ji bo wan timî talûke bû ye. Eger ew tiştê Qur’an dibêje têkeve jîyana însana kesên zalim û zordest nikare zilmê li însana bike. Tiştê xerab û nebaşî yanî tiştê zirarê di de însana tê qedexekirin. Fuhşîyat bê exlaqî ji ortê radibe. Ew tevgerê însan dixe dereka heywanîyetê Qur’an men’a wan dike.

Çimkî Qur’an dibêje:

  • Ji xeyrî ‘ebdîtîya Xweda ‘ebdîtî ya ti kesî qebûl nekin (Îsra, 23)
  • Bi ‘edaletê bin! (En'am, 152)
  • ‘Efû bikin û başîyê ferman bikin! (‘A'raf, 199)
  • Ji dê û bavê xwe re pir başbin û merhamete li wan bikin! (Îsra, 23-24)
  • Alîkariya xizmê xwe bikin! (Îsra, 26)
  • Alîkariya kesên ketî bikin! (Îsra, 26)
  • Nêzîkî zînayê nebin! (Îsra, 32)
  • Însana bê sebep nekujin! (Îsra, 33)
  • Li ser rûyê erdê bi quretî nemeşin.!(Ne qure bin) (Îsra, 37)
  • Meyla zaliman nekin! (Hud, 113)
  • Ji gotinên derew dûr bikevin! (Hecc, 30)
  • Bi neheqî mal û milkê hev nexwin! (Beqere, 188)
  • Nimêjê bikin, bi taybeti nimêja navîn dewam bikin! (Beqere, 238)
  • Ji faîzê dûr bimînin! (Beqere, 275-280)
  • Xiyanetê li Xweda û Resûlê Wî nekin! (Enfal, 27)
  • Civakên ku banga xêrê dikin, qenciyê ferman dikin û pêşî li xirabiyê digirin pêkbînin! (Alî Îmran, 104)
  • Ji şeytan û alîkarê şeytan netirsin, ji Xweda bitirsin! (Alî Îmran, 175)
  • Jinên bawermend! hîcaba xwe li xwe bikin! (Nûr, 31)
  • Li zilamên homoseksuel eziyet bikin hetanî tewbe dikin! (Nîsa, 16)
  • Ji bo gelên bindest şer bikin! (Nîsa, 75)
  • Bi Xweda, Pêxember, bi pirtûkên hatine nazilkirin, bi melaîketa û bi roja axretê bawer bikin! (Nîsa, 136)
  • Malê êtîman nexwun. (Nîsa, 10)
  • Ji vexwarinê serxweşîyê, qumar, pût û tîrê f’alê (lîstikên şansê) dûr bikevin! (Maîde, 90)

Bi kurtasî van emr û tawsîyê ku Qur’an li însana dike me hinek jê anîn ziman. Çi tiştê ji boy însan başbe Qûr’an tawsîye dike. Çi tiştê xerab jî men’a însana jê dike. Lê însanê ne qenc, wan kesên ku hewa û hewesa xwe ji xwere kirîye îlah û li gorî nefsa xwe dixwaze jîyanekê bimeşîne helbet li qarşî emre Xweda wê derkeve û jêre dijminantîyê bikin.

Çawa di tarîxê de kesên nebaş û xerab dijminantî bi Îslamê re bi Qur’anê re kirine îro jî kesên nebaş û xerab bi Îslamê re bi Qur’anê re dijminantîyê dike. Çimkî tebî’eta kesên nebaş di her demê de wek hevin. Evêya jimere xerîb nayê.

Di van demên dawîn de dîsa heqaret li Qur’ana pîroz tên kirin û hinek berazên li Ewropa, kesên faşîst di bin hîmaya hinek dewletên Ewropa de Qur’anê dişewitînin.

M’alûme dewletên Ewrûpa yan jî bi navê din dewletên rojava xwe bi demoqrasî, bi navê parastina mafê mirova, û hurmeta bawerîya însana di de nîşandan û xwe bi awayî difiroşin, Lê dema mijar dibe Quran û Îslam durûtî dikin û kesên ku heqaretê li Quran û Îslamê dikin diparêze û dibêje vêya azadîya ramanê ye, em nikarin mudaxele bikin.

Lê Xweda te’ala rûreşîya wan tavilê derxist meydanê. Çend kesan gotin emê Tewratê bişewitînin. Dewleta Îsraîlê ket dewrê û piştî wê dewleta Swêdê îzna şewata Tewratê nedan. Helbet em li qarşî şewitandina temamê Kitêbê Semawî ne. Lê belê vêya jî durûtîya wan derxist meydanê. Di izna şewitandina Qur’anê de Swêd û Danîmarqa ne tene nin. Temamê dewletên rojava divê xusûsê de giş wek hev durûtîyê dikin. Bi rastî em ji berê de zanin ku vana dema dor tê ser Îslamê û Musulmana tu heq û mafê însana û yên olî di bîra wan de nayên.

Çimkî Qur’an, ew medenîyata îro pê pesnê xwe didin jê re talûke ye. Îro serxweşî, zina, f’êlê qewmê Lût û gelek tiştên însana ji însanîyetê derdixîne di nav wan de serbeste û normal bûye. Qîmeta dê û bava nemaye û lê xwedî dernakevin. Herkes bûye bi serê xwe. Ma’alesef ev kultur û bê exlaqîya wan di nav me de jî û li temamê dinyayê belavbû ye.

Ya din, dewletên rojava bi xwîna kesên mezlûm ev medeniyet(!) inşa kiriye. Hîn jî xwîna gelên Efrîqa dimêjin û hebûnên wan talan dikin û wan dişêlînin. Di nav xwe de ji însanê xwe re belkî bi ‘edalet bin lê ji gelê xeyrî xwe re menfî’eta wan tê de tune be, bê merhemetin. Îro sedema însanê dinyê xwe li wan digre, ya ji ber dewletên li ser wan zalimû xûnxawarin, yan jî hingî dewelmendîya wan dewletê rojava talan kirî ye feqîr ketinin. Ew şampîyone mafê mirova(!) Ewropa û ‘Emerîqa, van Dewletên zalim baxusûs yên li ser Musulmana hakimin, piştevanîyê di de wan.

Îro eger di şewitandina Qur’anê de van dewletê li ser Musulmana hakimin û dengê wan dernakevin ji ber gelekê wan, xulamên dewletên rojava nin. Ji ber vî awayî îro 2 milyar nifûsa Musulmana û zêdî 50 dewletê wan qaşo hene tesîra wan ne qeysî ya Îsraîlê ye. Tesîra wan wekî qirşê li ser avê jî tuneye. Ji millete xwe re wekî gurun, lê li ber dewletên rojava wekî mêşina nin.

Îro eger prensîbên Qur’anê bi be hakim, ev zordestî wê ji ortê rabe. Heqq û ‘edalet di nava însana de wê belav bibe. Can, mal, namûs, aqil û dînê însana wê tikeve bin emnîyetê. Çimki temamê însana ‘ebdê Xweda ne û tu kes ne ser kesê dinê re ne. Temamê însana, temamê qewma di heqq û mafê xwe de wek hevin. Ziman û renge însana ji ayetên Xweda nin. Nîjadperestî di Îslamê de tuneye. Li gorî Îslamê temamê însana zarokên Adem in û Adem jî ji axê ye.

Qûr’an bi kurtasî li qarşî pergala dinyê ya îro ye. Ev pergal li ser bê ‘edaletîyê û zilmê ava bûye. Helbet xwedîyê vê pergala neheqîyê, wê dijminantîye bi Qur’anê re bikin. Lê belê ev dijminantî înşaallah wê dawîya wan bînin.

Önceki ve Sonraki Yazılar
YAZIYA YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.