Çima Heps Tije Ne?

Çima Heps Tije Ne?

Lı welatê ku jı ber rêyên dıçın gunehan nayên gırtın, dı mıjara ıslaha cıvakî de xebat nayên kırın, tıjebûna hefsan dı dîroka cûmhurîyetê de gıha rêjeya herî mezın. lı gorî hezîrana 2014an, hejmara mehkum û gırtıyan gıha 151 hezar û 47 kesan.

Yek ji wezîfeyên hikumetê, parastina exlaqê civakî ye. Lê belê li welatê me ji ber ku rêyên dibin gunehan bi tedbîrên ciddî nayên girtin, xebatên islaha civakî nayên kirin, mixabin roj bi roj rêjeya kirina sûcan zêde dibe.


Her çiqas hikumet mihefezekar be jî, bi sedema ku di warê isleha civakî de tu proje nayê çêkirin, di rêjeya kirina sûcan de kêmbûn pêk nayê.


Li gorî anketên ku di warê dînî de hatine kirin, dîndariya civakî zêde dibe lê hejmara kesên ku ‘îbadetê dikin hindik dibe.


Ji ber vê yekê, di hejmara kesên sûcdar de zêdebûn diqewime. Gava ku rêjeya kirinên sucan zêde bibê, hejmara kesên mehkûn û girtî jî zêde dibe. Ku hejmara girtiyan zêde dibe, îcar hikumet çareserîyê di avakirina hepsên nû de dibîne.
Niha di hefsan de çend kes hene?


Li gorî rapora miduriyeta giştî ya Ceza û Tewqîfxaneyan a Wezareta ‘Edaletê ya ku bi pergal tê weşandin, li gorî Hezîrana 2014an di hepsan de 151 hezar û 47 kesên girtî û mehkûm hene. Bi vê hejmarê, di dîroka Cûmhûrîyetê de tijebûna hepsan giha rêjeya hêrî mezin. Di dema dawîn de di sûcên ku bi sîlehên şexsî hatine kirin û sûcên wek dizî, berîkbirî, sextekarî, narqotîk, fihûşê û xapandinê de zêdebûn pêk tên.


Wezîrê ‘edaletê Bekîr Bozdağ pêşniyaznameke pirsê bersivand û got ku li gorî 3ê Kanûna Paşîn a 2014an, li Tirkiyê 362 hefs hene ku kapasîteya wan ji bo 154 hezar û 240 kesî ye. Li gorî beyana Bozdağ di hefsan de cî ji bo 3 hezar û 193 kesan maye. Avakirina 72 hepsan jî didome.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.