Civîna Li Erebistanê

Civîna Li Erebistanê

Li Siûdî Erebistanê bi navê mucadela li ber Daîşê zîrwe hat rastkirin. Di encamnameyê de weha hat gotin “welatên beşdar gava ku hewce bê dîtin, li ser herekateke leşkerî ya li ber Daîşê li hev kirine”

Li Cîddeya bajarê Siûdî Erebistanê, bi navê Mucadela Li Ber Daîşê zîrweyek hat rastkirin. Amerîka, Tirkiye, Misir, Urdun, Siûdî û welatên xalîçê tevlî zîrweyê bûn.

Di dawîya zîrweyê de encamname hat diyarkirin. Tirkiyê îmze neavêt encamnameyê. Di encamnameyê de wiha hat gotin: “Welatên beşdar li hev kirine ku gava hewce be li ber DAÎŞê, ji alîyên cûda ve tevlî herekateke leşkerî ya kordîne bibin.”

Hat gotin ku welatên beşdar pêgirtina xwe ya bi qirara bi hejmara 2170ê ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re didomînin û bûne hemfikir ku çavkaniya maddî ya grûba Daîşê bê birîn û rê li ber tevlîbûna grûbê bê birîn.

Di zîrweyê de wezîrê karên derve Mevlut Çavûşoğlu Tirkiye temsîl kir. Wezîrê karên derve yê Emrîkayê John Kerry peyv bir ser stratejiya Obama ya li ber Daîşê û got ku wê hêzên bejahî yên tu welatî, neyên şandin İraq û Sûriyê.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.