Ciwanê ji Çinarê di qezaya motosîkletê de jiyana xwe ji dest da
Ciwanê ji Çinarê di qezaya motosîkletê de ku li navçeya Sûrê ya Amedê çêbû jiyana xwe ji dest da.
Di qezaya ku li ser Rêya Kevn a Mêrdînê ya li navçeya Sûrê ya Amedê di navbera motosîklet û otomobîlekê de çêbû de, Abdulhalîm Gûndûz ê ji gundê Botîka yê Çinarê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên hatine wergirtin, qeza saet li derdora 8ê berê sibehê çêbû. Otomobîla ku di bin kontrola B.K. yê ji gundê Huccetî yê Çinarê de bû, li motosîkleta di bin kontrola Abdulhalîm Gûndûz de da. Di qezayê de ajokarê motosîkletê bi giranî birîndar bû. Ajokarê motosîkletê yê birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hat veguhastin bo Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê. Li vir tevî hemû midaxaleyan jî ajokarê motosîkletê A.G. nehat xilaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazê A.G. yê jiyana xwe ji dest dayî şandin Saziya Tibê ya Edlî. Piştî karûbarên li vir, cenazeyê ajokarê motosîkletê yê ciwan radestî malbata wî hat kirin û ji bo li gundê Botîka yê Çinarê bête veşartin ket ser rê.
Hat diyar kirin ku ajokarê motosîkletê yê jiyana xwe ji dest dayî zewicî bû û bavê zarokekî bû.
belirtildi.


Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.