Ciwanê ku di Çemê Dîcleyê de winda bû mirî hat dîtin

Ciwanê ku di Çemê Dîcleyê de winda bû mirî hat dîtin

Li navçeya Sûra Dîyarbekirê, ciwanê ku ji bona xwe hênik bike ket nav Çemê Dîcleyê winda bû û laşê wî hat dîtin.

Seyît Kaçmazê ku doh di seatên êvarê de ji bona ku xwe hênik bike ket nav Çemê Dîcleyê, di demeke kurt de bi avê ve çû û winda bû.

Ji herêmê re ekîbên tenduristîyê, îtfaîyeya Şaredarîya Bajara Mezin a Dîyarbekirê, AFAD û ekîbên Xelaskirin Lêgerîn a Cendermeyê hatin sewqkirin.

Di encama xebatên ku di nav çem de hatibû destpêkirin de, 4 seat paşê laşê Kaçmaz hat dîtin.

Derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.