Cûntayê Li Endamên Îxwan Ceza Birî
Li Misrê bi bihana ku tevlî protestoyên dijberê derbeyê bûne, li 18 endamên Îxwan, bi 3 salan cizayê hepsê hat birîn.
Li Misrê cûntaya derbekar li dijî hereketa Îxwan, polîtîkayên xwe yên îmhayê û cizakirina endamên Îxwan didomîne.
Li gor agahîyên ku ji darazîya ğeyrî meşrû hatiye hilanîn, li bajarê Kefr Eş-Şeyxê ji bo 18 kesên dijberê derbeyê bi bihana ku “Rageşî derxistine, teşwîqî şîddetê kirine û zirar dane malên qamûyê” rûniştina mehkemê hat kirin.
Li gor çavkanîyan hat dîyarkirin ku mehkema Eş-Şeyxê ya ğeyrî meşrû, li 18 kesên ku di protestoyên 14ê Tebaxa 2013an de hatibûn binçavkirin, bi 3 salan cizayê hepsê yê girankirî birî.
Piştî ku ordîya Misrê dest da ser îdara welêt, li seranserê Misrê di protestoyên dijberê derbeyê de, bi sedan kes hatibûn binçavkirin û girtin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.