Dadgeha navdewletî ya Lahey dest bi lêkolîna bûyera Roboskî kir
Enqere, 28 Sibat (AKnews) – Dadgeha navdewletî ya Lahey, daxwaza BDPê ya bo lêkolîna li bara komkujiya Roboskî qebûl kir.
Li gorî agahiyên ku AKnewsê ji rêvebiriya têkiliyên derve ya BDPê bi dest xistiye, dadgeha navdewletî ya Lahey, nameyek ji hevserokên BDPê Selahedîn Demîrtaş û Gultan Kişanak re şandiye û ragihandiye, serlêdana BDPê bo lêkolîna li bara komkujiya Roboskî hatiye qebûlkirin.
Li gorî nameyê, lêkolîn li bara komkujiya Roboskî, ku tê de 34 sivîl ji aliyê balafirên Tirkiyê ve hatibûn kuştin, dest pê kiriye û dê encama wê ji rêvebiriya BDPê re bê şandin.
Tê zanîn, şeva 28ê Kanûna 2011ê, di encama êrişa balafirên Tirkiyê de, 34 gundiyên gundê Roboskî yê Qilabana Şirnexê, li nêzîk sînorê Herêma Kurdistan û Tirkiyê hatibûn kuştin.
ka AKnews
Wergêr: sm
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.