DAIŞê nêzikî 300 kurdên êzîdî li Şingalê kuştine
DAIŞê nêzikî 300 kurdên êzîdî li Şingalê kuştine
Çekdarên rêxistina radîkal a bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) 300 hemwelatiyên kurd li navçeya Şingalê kuştine.
Li gor zaniyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, ji dema girtina Şingalê ji aliyê DAIŞê ve di 3 tebaxê de, nêzikî 300 kurd ku piraniya wan êzîdî ne, ji aliyê DAIŞê ve hatine kuştin.
Ew kuştina bikomel a kurdên êzîdî bêtir li komelgehên (Sîba, Şêx Xidir, Girzerk û Gir Uzêr) hatine encamdan.
Kurdên wê navçeyê bi taybetî li Gir Uzêr, ji demjimêr 2ê şev ve û heta 6ê sibehê bi çekên sivik rûbirûyê DAIŞ dibûn. Lê bi sedema ku ti hêzek neçûn bo piştgiriya wan û gulle bi wan re neman, neçar bûn vekişin.
DAIŞ, behsa wan êrîşên xwe dike li ser devera Şingalê û radigihîne ku ew dixwaze “Wîlayeta Mûsilê” bi temamî kontrol bikin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.