Dane yên Meteorolojiyê hatin eşkerekirin: Navçeya herî germ a Rihayê dîsa Serêkaniyê bû

Dane yên Meteorolojiyê hatin eşkerekirin: Navçeya herî germ a Rihayê dîsa Serêkaniyê bû

Li gorî pîvandina germahiyê ya dawî ya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, germahiya herî bilind a hewayê li Rihayê careke din li navçeya Serêkaniyê (Ceylanpınar) hat tomarkirin.

Li gorî daneyên germahiyê yên dawî ku ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ve hatine weşandin, Serêkaniyê (Ceylanpınar) bû navçeya herî germ a Rihayê. Piştî vê navçeyê ku di pîvandinên dawî de germahiya hewayê derket ser 41 pileyan, Harran, Kaniyaxezalan (Akçakale), Wêranşar û Bêrecûk hatin.

Mütaxassıs (pispor) destnîşan dikin ku di nav herêmên herî germ ên Tirkiyeyê de cihgirtina Serê Kaniyê de; raqama wî ya nizim, iklima wî ya ziwa, ava-struktura wî ya deşta fireh û konuma wî ya erdnîgarî ya nêzîkî sînorê Sûriyeyê bandor e. Tê diyakirin ku di meha havînê de li navçeyê germahî carna derdikeve ser 45 pileyan.

Daneyên iklimê yên salên borî yên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê jî derdixe holê ku Serêkaniyê bi rekorên germahiyê derdikeve pêş. Navçeyê di sala 2025an de bi 49 pileyan rekora germahiya meha tîrmehê şikand, di sala 2024an de jî bi 47,8 pileyan wekî cihê ku germahiya herî bilind a Tirkiyeyê lê hatî pîvandin derbasî tomaran bûbû.

Rayedar pênîşan (şîret) didin ku nexasim di navbera demjimêr 11.00 û 16.00an de bila kal û pîr, zarok û welatiyên ku nexweşiya wan a kronîk heye heta ku ne mecbûr bin dernekevin derve, zêde şilemeniyê vexin û rastî ronahiya rojê ya rasterast neyên.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.