Davet-Dera Denizlî bi endam û dildarên xwe civîya

Davet-Dera Denizlî bi endam û dildarên xwe civîya

Rêvebir û îdarevanên Davet-Dera ku li Denîzlîyê xizmetên xwe yên bi xêr didomîne bi bernameya taştê ya ku li dar xist bi endam û dildarên xwe hatin ba hev.

Davet-Dera ku navê xwe bi xebatên xêrê yên ku li Denîzlîyê dike da bihîstin di sala 2012an de bi navê Îrşad-Derê hatibû vekirin.Îrşad-Der van rojên borî navê xwe wek Davet-Derê guhart.

Davet-Dera Denîzlî  bi navê xwe yê nû bernameyek li dar xist û bi endam û dildarên xwe hat cem hev.

Halîl Çelîkê ku ji rayedarên komeleyê ye di avahîya komelê de bi endam û dildarên xwe re li hev civîyan.Çelîk di bernameya ku hat lidarxistin de di derbarê Îmtîhana Siyera Mewlûda Pîroz a 2016an de axavtinek kir.

Çelîk di axavtina ku kir de destnîşan kir armanca tertîpkirina îmtîhanê pênaskirina hezkirina Hz. Muhammed(r.x.l.) e.

Bernamê bi duaya ku hat kirin bi dawî bû.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.