Davutoglu di derbarê bombe baran kirina sîperên PYDê de daxuyanî da
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Erzîncanê di derbarê rojêvê de dema nirxandin kir di der heqê bombe baran kirina sîperên PYDê de diyar kir ku ji ber hêzên ku di bajarê Azez û hawîrdor de ne tehdîd in. Ji ber vê yekê di çarçova angajmanan de li wan muqabele
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Erzîncanê di derbarê rojêvê de nirxandin kir.
Davutoglu di daxuyaniya xwe de wiha destnîşan kir: “Hewce kir ku em rêbazên angajmanan pêk bînin. Di çarçova rêbazên angajmanan de di Azez û hawîrdora wê de hêzên ku tehdîd bûn li wan mukabele hatiye kirin.”
Davutoglu di domahiya daxuyaniya xwe de wiha diyar kir: “Doh û îro heman hêzên hevkar, ev rêxistina ku niçika wê bi rejîma Sûrî re heye û her wiha bi bombe baran kirina gelê siwîl ya ji teref Ûris ve ev rêxistina terorê êrîşê li Azezê kiriye. Helwestên me yên di derbarê vê yekê de eşkere ne. Di dema van êrîşan de sinûrên me hatin tacîz kirin. Ji ber vê yekê pêwîst bû ku em rêbazên angajmanan pêk bînin. Îro di çarçova rêbazên angajmanan de li dijê hêzên ku di Azez û hawîrdora wê de wek tehdît in li wan muqabele hatiye kirin.”
Her wiha Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku wî bi Alîkarê Serokê DYEyê Joe Bîden re hevdîtin kiriye. Dûvre Davutoglu wiha axavtina xwe domand: “Min vê yekê bi şiklekî eşkere jêre beyan kir û min hevdîtina Stenbolê jî anî bîra wî. Min diyar kir ku YPG û PYD niçika PKKê ne û ji bo Tirkîyê tehdît in. Em dê ji bo vê yekê her cûr pêşgiriyê bigirin.”
Serokwezîr Davutoglu dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Demildest dê PYD ji Azez û hawîrdara wê dûr bikeve. Dê nêzê Azezê jî nebe. Dê dûbare ji bo vekirina qorîdorê hewl nede. Dê nekeve hewesa bikaranîna Balafirgeha Mînnakê û dê vê balafirgehê li dijê Tirkîyê û dijê mixalifan bi kar neyîne. Dê vê balafirgehê vala bike. Min vê yekê ji Birêz Bîdenê re diyar kir.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.