Davutoglu di derbarê êrîşa Enqerê de peyam parve kir
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di derbarê êrîşa Enqerê ya ku 28 kesan jiyana xwe ji destdan û 61 kes jî birîndar bûn de peyamekê parve kir.
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di derbarê êrîşa Enqerê yê ku dema wesayîta serwîsê ya leşkerî derbasbû hat kirin û her wiha ev êrîşa ku bû sedema mirina 28 kesan û 61 kes jî birîndarbûn de peyamekê parve kir.
Di peyama ku li ser malpera Şêwirmendiya Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê hat parve kirin de wiha hat diyar kirin: “Ez ji bo kesên ku di êrîşa terorê de jiyana xwe ji dest dan ji Xwedê Teala efû û mexfîret dixwazim. Ser xweşî didim malbatên wan. Bila serê milet û malbata hemî miravatiyê xweş bibe. Li dijî teror û êrîşê em bi 78 milyon gelen xwe re ne.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.