Davûtoğlu Rojev Nirxand
Serokwezîr Ahmet Davûtoğlu di bernameke televîzyonê de di heqê rojevê de pirsên rojnamevanan bi cewab kirin.
Serokwezîr Ahmet Davutoğlu di weşana zindî de cewaba pirsên rojnamevanan ên di heqê rojevê de jê re hatin pirsîn da. Davutoğlû ji bo encamnameya zîrweya li Erebistana Siûdî ku Tirkiyeyê îmze nekiribû weha got: "Tiştên ku Amerîka dixwaze çiqas eşkere be, ewqas eşkere ye ku me jî ji ber çi îmze nekiriye."
Davutoğlu li ser bûyerên ku li İraqê diqewimin jî sekinî û weha got: "Ji ber polîtîkayên Malikî artêşa İraqê herî dawîn li Mûsilê her tişt li pey xwe hişt û reviya. Tiştên ku li pey xwe hiştin ketin destê DAİŞê. Ji ber vê jî hemû welatên dost ên ku difikirin alîkariyê bidin, dibêjin lê ew çekê ku em bişînin bikevin destê hin kesên din? Ji ber vê fikrê jî bi fikar in. Lê niha ew hemî çekên ku Amerîkayê li İraqê hiştibûn ketin destê DAİŞê. Heke bingeha vê yekê nebînin û tewdîrên ku ji bo vê yekê hewce dikin negirin, mixabin girîngiya tewdîran zêdetir dibe. Mixabin em îro bi bûyereke wiha re rû bi rû mane."
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.