Daxuyanîya Walîtîyê êrîşa biçek a HDPyîyan teyîd kir

Daxuyanîya Walîtîyê êrîşa biçek a HDPyîyan teyîd kir

Walîtîya Şirnexê, di derbarê qetlîama ku duh HDPyîyan li gundê Xanikê ya ku girêdayîye Hezexa Şirnexê ye de daxuyanî da.

Di derbarê qetlîama  ku duh HDPyîyan li gundê Xanikê ya ku girêdayîye Hezexa Şirnexê kiribûn de walîtîya Şirnexê daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîyê de wiha hat diyar kirin: “Di navbira HDPyîyên ku hatibûn gund û HUDA PARîyan gengeşî derket. Di dema gengeşîyê de du kesên ku hatin diyar kirin ku HDPyî ne bi çekên lûlê dirêj li ser xelkê reşandin. Di encama reşandinê de 2 kesên ku HUDA PARî ne birîndar bûn. Di encama êrîşê de 2 kesên ku HUDA PARî bûn li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan.”

Di dewama daxuyanîyê de wiha hat îfade kirin: “  Di derbarê mijarê de du gumanbar hatin girtin û çekekî ku di bûyerê de hatibû bi kar anîn hat bi dest xistin. Di derbarê mijarê de lêpirsîn didomin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.