Dayîka Sûriyeyî: Daxwaziya min bes ew e ku lawê min baş bibe
Dayîka Sûriyeyî ya ku ji şerê navxweyî ya Sûrî reviye û haitye li Dîlokê sitiriye ji bo lawê xwe yê ku dûçarê pençeşêrê bûye ji rêvebiran alîkarî xwest.
Rabua Elbîdeşa (44) Sûriyeyî ya ku bi 4 zarokên xwe yên hêtîm ji şerê navxweyî ya Sûrî reviye û haitye li Dîlokê sitiriye ji bo lawê xwe yê Ridvan Elbîdeşê 13 salî yê ku dûçarê pençeşêrê bûye ji rêvebiran alîkarî xwest.
Jiyana Rabua Elbîdeşa (44) Sûriyeyî ya ku 5 sal berê mêrê xwe ji dest daye û 2 sal berê jî ji Şamê çûye Munbîçê û dûvre bi zarokên xwe Muhammed (15), Îbrahîm (14), Ridvan (13) û Zehra (11) re hatiye li Dîlokê sitiriye hinava mirov dişewitîne.
Elbîdeş 2 sal berê dema ku li Dîlokê disitire bi derfetên xwe xaniyekî kirê dike lê sûwax, derî, pencere û hemama xaniyê tune. Elbîdeş diyar kir ji ber ku mêrê wê tune ew lawê xwe yê 13 salî yê ku dûçarê pençeşêrê bûye û zarokên xwe yên din di şûna xwendinê de dide xebat.
“Ji bo ku em debara xwe temîn bikin mecbûr zarokên min dixebitin”
Elbîdeş diyar kir ji ber ku ew mecbûr e lawê xwe yê dûçarê pençeşêrê bûye dide xebatê û daxwaziya wê bes ew e ku lawê wê were tedawîkirin. Dûvre Elbîdeş wiha pê de çû: “4 zarokên min ên hêtîm hêtîm hene. Ez bi wan re dijîm. Tu dehatekî me tune. Ji bo ku em kirê, fatureya ceyran û avê temîn bikin divê ku zarokên min bixebitin. Lewra dehatekê me ya din tune. Lawê min ji 6ê sibê diçin îş heta 8ê êvarê dixebitin. Heftiya wan 50 lîre ye.”
Elbîdeş diyar kir ku wan xaniya di halê înşeatê de wek 300 TL kirê kirine. Elbîdeş wiha pê de çû: “Em 2 sal berê ji ber şerê Sûrî hatin Tirkiyê. Mêrê min 5 sal berê wefat kir. Kesê ku me xwedî bike tune. Ji ber mecbûriyê ez zarokên xwe didim xebatê. Em bi perê ku ew tînin debara xwe temîn dikin. Ji vê em 300 TL didin kirê. Ez dixwazim zarokên xwe bişînim dibistanê. Dema ku em li Sûrî bûn min wan dida xwendin.”
“Pêwîst bû ku lawê min biçûya dibistanê lê digel nexweşiya xwe ew diçe îş”
Dayîk Elbîdeş ji bo ku lawê wê yê nexweş were tedawîkirin diyar kir ku ew hêvîdar e ku rêvebir alîkariya wê bikin. Dûvre wê wiha destnîşan kir: “Lawê min nexwaş e. Di gel vê yekê dixebite. Ez naxwazim wî bidim xebatê. Lê çareyeke min a din tune. Ez nizanim çi bikim. Carinan ez wî naşînim îş. Lê wê çaxê em zehmetî dikêşin. Dema ku zêde nexweş e ez wî naşînim îş. Pêwîst bû ku lawê min biçûya dibistanê lê digel nexweşiya xwe ew diçe îş. Li Tirkiyê zarokên Sûriyeyî di şûna mektebê de diçin îş.”
“Wek hefteyî em 50 TL distînin”
Ridvan Eldîbeşê nexweş diyar kir di gel nexweşiya wî ew mecbûr e bixebite. Ridvan wiha destnîşan kir: “Em ji Sûrî hatin. Ji ber ku tu kes tune bixebite em mecbûr in bixebitin. Lewra dehatekî me ya din tune. Em hemî jî cem terzî dixebitin. Wek hefteyî em 50 TL distînin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.