Dayikên Dilşewat Li Enqerê Ne

Dayikên Dilşewat Li Enqerê Ne

Malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, di roja 36an ya çalakiya xwe de li Enqerê ne

Malbatên ku Pkkê zarokên wan revandine çiyê, di roja 36an ya çalakiya xwe de li Enqerê ne. Digel Erdoğan malbat dixwazin bi Chp, Mhp û Hdpê re jî hevdîtinê pêk bînin û daxwaza berdana zarokên xwe bikin.

  35 kes bi otobosekê çûn Enqerê. Hat gotin ku ew ê malbatên ku ji Manîsa, Erzirom, Agirî,  Stenbol, Mersîn û Mêrdînê derketine rê jî, herin destekê bidin wan.

  Erhan Eren li otogara Enqerê li ser navê malbatan beyanat da. Eren di beyanata xwe de xwest ku bila hemû partiyên li Meclisê ji bo vegerandina zarokên wan înîsiyatîfê hildin. Eren destnîşan kir ku birina çiyê ya xwendekarên zanîngehê, feydeyê nade tu kesî û ji bo ku ciwan ji çiyê dakevin jî, divê bingeheke qanûnî bê amadekirin.

  Eren wiha got: "Eger ku ji vê encamek dernekeve, wê malbat çalakiyên xwe bidomînin. Em di vê mijarê de tu carî gava xwe bi paş de navêjin."

  Malbatan beyan kir ku pey daxwaza hevdîtinan, ew ê li hewşa meclîsê bisekinin û bi hev re li ser şeklê çalakiyê ya di rojiyê de qirar bidin.

  Malbat li merkeza giştî ya Ak Partiyê re bi serokwezîr Erdoğan re hevdîtin pêk anîn. Pey saetekê serokwezîr ji civînê rabû û civîn bi alîkarê serokê Ak Partiyê Mehmet Alî Şahîn re dewam kir. Her wiha alîkarê serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîra malbat û polîtîkayên sosyalê Ayşenûr Îslam, wezîrê Ğida, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Serokê şaxên jinan ya merkezê ya Ak Partiyê Guldal Akşît û parlementerên Ak Partiyê yên Diyarbekirê amade bûn.

  Piştre malbatan Memûr Sena Enqerê ziyaret kir. Di bînaya merkezê ya Memûr Senê de bi serokê giştî Ahmet Gundoğdu re hatin cem hev. Gundoğdu beyan kir ku micadela wan ji heq û însana ye. Malbatan jî bi girîn behsa zarokên xwe û çareya vegerandina wan kirin. Malbatan beyan kir ku Pkk siberoja zarokên wan diziye

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.