Dayikên Dilşewat Meşiyan

Dayikên Dilşewat Meşiyan

Li Diyarbekirê dayik û malbatên ku Pkkê zarokên wan revandina çiyê, bi armanca dengê xwe bilind bikin, ji derdê xwe çare bigerin, li meydana Şêx Seîd çalakîya xwe didomînin.

Dayikên dilşewat ji meydana Şêx Seîd, bi kurdî û tirkî bi sloganên “em zarokên xwe dixwazin” heta ber Belediya Bajarê Mezin meşiyan.

  Li ser navê dayikên ku zarokên wan ji aliyê orguta Pkkê ve hatine revandin Sureyya Toklarê beyanat da û îfade kir ku ji bona dengê xwe bigihînin herdu aliyan qirar dane ku li meydana Şêx Seîd çalakiya xwe bidomînin.

  Her wiha îfade kir ku di heyama çalakiya wan de ji gelek hêlên ve însan û saziyan ew ziyaret kirine, lê heta niha ji hêla Bdpê tu kesî ew ziyaret nekirine. Toklarê wiha got:

  Di çalakiya me ya li vê derê de, heta niha tu rayedar nebû muxatabê me. Me ji vir qewirandin. Niha em li Meydana Şêx Seîd çalakiya xwe didomînin. Her kes hat ziyareta me. Lê Bdpê ji vê feryada me re hê bêdeng e. Em dayikên dilşewat in. Em dayikên dilşewat gazî Bdpê dikin. Xisûsen em gazî Gultan Kişanakê dikin. Carekê jî li derdê me guhdarî nekir. Ew jî dayik e. Em heqdar in.”

  Pey beyanatê dayikên dilşewat dîsa vegeriyan Meydana Şêx Seîd.

  Ji bo dayikên dilşewat her çiqas hinek kes û sazî destekê nîşan bidin jî, hikûmet û hêla Bdpê ji vê feryadê re bêdeng dimînin

  BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.