Dê ji bo derên ku ji şer zirarê dîtine 10 katrîlyon were xerckirin
DİYARBEKİR - Serokwezîr Bînalî Yildirim ji bo ku bernameya ‘Gavavêtina Piştgiriya Pererazandinê ya ji bo Rojhilat û Başûr’ destnîşan bike hat Diyarbekirê.
Serokwezîr Bînalî Yildirimê ku ji bo beşdarbûna bernameya ‘Gavavêtina Piştgiriya Pererazandinê ya ji bo Rojhilat û Başûr’ hat Diyarbekirê diyar kir ku ji bo 7 navendên ku di heyama şer de zirarê dîtine dê 10 katrîlyon were xerckirin.
Ji Xeynî Serokwezîr Bînalî Yildirim Alîkarên Serokêwezîr ên Nurettîn Canîklî û Veysî Kaynak, Wezîra Malbat û Polîtîqayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Mehmet Muezzînoglu, Wezîrê Hawîrdor û Bajarvaniyê Mehmet Ozhasekî, Wezîrê Ciwanî û Werzîşê Akîf Çagatay Kiliç, Wezîrê Gumruk û Bazirganiyê Bulent Tufenkcî, Wezîrê Zad Xurek û Heywandariyê Faruk Çelîk, Wezîrê Karûbarên Hindir Suleyman Soylu, Wezîrê Avadaniyê Lutfî Elvan, Wezîrê Aboriyê Nacî Agbal, Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Karûbarên Daristan û Avê Veysel Eroglu, Wezîrê Tendirustiyê Recep Akdag, Wezîrê Deryayî û Agahdariyê Ahmet Arslan û gelek parlementer beşdarê bernameyê bûn.
Serokwezîr Yildirim di Navenda Çandê ya Cahît Sitki Taranci de beşdarê bernameya ‘Gavavêtina Piştgiriya Pererazandinê ya ji bo Rojhilat û Başûr’ bû û di bernamê de axivî.
Yildirim destnîşan kir ku dê ji bo 7 navendan 10 katrîlyon were xerckirin û diyar kir ku dê di 23 bajaran de bi tevahî 67 hezar avahî were sazkirin. Her wiha Yildirim diyar kir ku dê li Diyarbekirê berhemên nû werin sazkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.