Dek Û Dolabên Li Serê Zarokan
Malbatên ku zarokên wan ji teref Pkkê ve hatine revandin çiyê, li meydana Şêx Seîd a Diyarbekirê çalakiya xwe ya rûniştinê dewam dikin. Malbat tînin ziman ku li serê zarokên wan, dek û dolabên qirêj tên kirin.
Malbatên ku di tarîxên cûrbecûr de zarokên wan ji aliyê orguta Pkkê ve hatine revandin çiyê, li Diyarbekirê li meydana Şêx Seîd çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin. Çalakiya wan ket roja 110an.
Dayikên dilşewat dan zanîn ku ev 4 meh in di bin germa zêde de, li hêviya hatina zarokên xwe sekinîne, li serê zarokên wan dek û dolabên qirêj tên kirin.
Rahîme Taşçiya dayika Farûk Taşçiyê ku 6 meh berê Pkkê ew revandiye çiyê, beyan kir ku hemû dayikên di çalakiyê de bi hêvî li benda zarokên xwe ne û zarokên xwe dixwazin.
Dayika Rahîma Taşçi îfade kir ku di serî de serokcimhûr û serokwezîr, ji her kesê xwedî ûjdan hessasiyetê dixwazin ji bo anîna zarokên wan û weha dewam kir: “Kesên zarokên me şandin çiyê, zarokên xwe jî dişînin mektebên xisûsî.”
Li aliyê din li Hekkariyê malbata ku zarokê wan revandine çiyê, rê ji trafîkê re girt û nerazîbûna xwe nîşan da.
Li gorî agahiyên ku hatine hildan, çendakî berê zarokê wan ji aliyê Pkkê ve tê revandin çiyê, ji lew malbat danê êvarê li ser caddeya cimhûriyetê li ber belediyê civiya û rê ji çûnûhatinê re girt. Malbat dixwaze zarokê wan ê hatiye revandî bê anîn. Nêzî saetekê çalakî li dar xist. Endamên malbatê ji aliyê welatiyan ve hatin qani’kirin û çalakiya xwe bi dawî kirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.