'Dema ku sirûda Ey Reqîb tê xwendin em narabin ser pêya'

'Dema ku sirûda Ey Reqîb tê xwendin em narabin ser pêya'

Endamê lijneya birêvebirê ya navenda Komela Îslamî Dilşad Germîyanî, dema ku di parlemantoya Kurdistana Başur de sirûda Ey Reqîb tê xwendin ji ber ku sirûd di nav xwe de peyvên xeyrî Îslamî dihewene narebe ser pêya.

Endamê  lijneya birêvebirê ya  navendê  Komela Îslamî Dilşad Germîyanî di derbarê sirûda Ey Reqîb de wiha ragihand: “Dema ku sirûd tê xwendin ne ez radibim li ser pêya ne jî tu kesê ku rabe ser peya re  astengîye asteng nakim.”

Endama  Komela Îslamî Dilşad Germîyanî sedema vê jî wiha dîyar kir: “Sirûda Ey Reqîb ji berk u di nav xwe de peyvên xeyrî îslamî di hewenê ez narabim li ser pêya.”

Germîyanî di hevpeyvîna ku daye Rûdawê de wiha ragihand: “Sirûda Ey Reqîb ji berk u di nava xwe de çend peyvên li dijî Îslamê dihewenê  endamên Komalayê Îslamî dema ku ev sirûd li parlemantoyê tê xwendin narabin li ser pêya.”

Çend risteyên Ey Reqîbê yên ku endamên Komela yê Îslamî bertek lê nişan didin ev in:

Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn

Dîn îman u ayîman, her nishtîman (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.