Dengê selewatan li Bidlîsê deng vedan

Dengê selewatan li Bidlîsê deng vedan

BIDLÎS - Bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Bidlîsê hat tertîpkirin bi beşdarbûna Bidlîsiyan bi kelecan û coşeke mezin hat pîrozkirin.

Bernameya ku ji teref Platforma Evîndarên Pêxember ve li Bidlîsê hat tertîpkirin bi beşdarbûna Bidlîsiyan bi kelecan û coşeke mezin  li Qada Mîtîngê ya Gokmeydaniyê hat pîrozkirin.Biçûk mezin, ciwan û pîr, jin û mêr gelek Bidlîsî eleqeyeke mezin nîşanî bernameya Wîladeta Pîroz dan.

“Ji pêxember re kirina îtaatê ne urfî ye  pêwîstiya îmanê ye”

Di bernameya ku hat tertîpkirin de Serokê BEST-DERê Erdal Tunçtan axavtinek kir. Tunçtan di axavtina ku kir de diyar kir ji pêxember re kirina îtaatê ne urfî ye  pêwîstiya îmanê ye.Tunçtan dû re wiha pê de çû: “Weke ku tê zanîn ummet di nava hal û rewşeke zehmet de ye ku ji bona xelasîya ji vê rewşê çareyeke tenê heye ku ew jî xwedîderketina Qur’an û pêxember e.”

 “Ummet ji ber ku ji pêxember dûr ket perçe bû”

Tunçtan di berdewama axavtina xwe de wiha axivî: “Çi bû ji ummetê û ji Mislimanan?Çima camîyên me tên xerakirin? Çima her roj bi sedan bi hezaran birayên me Misliman tên qetilkirin? Misliman bûne piçik û parî. Ji ber ku em pêxember û tiştên ku WÎ ji me re teqdîm kiribû terk kir ev tişt hatin serê me.”

 “Heger Misliman di nav xwe de wehdetê tesîs bikin ew ê ji kafir û zaliman re dinyayê teng bikin”

Tunçtan di berdewama axavtina xwe de di derbarê wehdetê de wiha axivî: “Ew zêhniyeta ku di navbera Evs û Hazreçê de tefrîka û fitne derdixist  weke zêhniyeta şeytanê mezin Emrîka û sîyonîst Îsraîlê terorîst e, weke piyonên binkî ye ku ew Baxdayê, Şamê û Amedê  û li heremên din alozî û tefrîkayan derdixin. Ew baş dizanin heger Misliman bibin yek û di nav xwe de wehdetê tesîs bikin  ew ê dinyayê ji zaliman re dinayayê teng bikin.Cihû vê yekê baş dizanin. Ew hêj Heyber ji bîr nekirine. Bi izna Xweda ew ê Heyber, Mekke, Quds cardin bên fetihkirin.Lewra ev der axên Îslamê ne.”(ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.