Derbeya 12 Îlonê Ket Sala 34an

Derbeya 12 Îlonê Ket Sala 34an

34 sal berê hêzên leşkeriyê, bi hinceta alozîya li nav welêt dest dabûn ser îdareyê. Derbeya leşkerîyê paşê hiqûqa xwe ava kir û dewlet û civat ji nû de dîzayn kirin. Birînên ku derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê bûne sedema wan, hê jî nehatine cebirandin, qanû

34 sal berê hêzên leşkerî di 12ê Îlonê de alozî û pevçûnên li welêt kirin bihane û derbeya leşkerî dest dan ser îdareyê.

Sererkanê wê dewrê Kenan Evren, digel serokatiya Konseya Ewlehiya Mîllî serokatiya dewletê jî hilda ser milê xwe.

Bi vê derbeya leşkerî hikûmeta 6an a Suleyman Demîrel û meclîs hat fesixkirin, fealîyetên sendîka û komelan hatin sekinandin û rewşa derasayî yanî îdarasiqî hat îlankirin.

Qanûna Esasî ya 1961ê ya ku pey 1970ê hatibû guhertin yekser hat rakirin û dewra leşkerî dest pê kir û nêzî 9 salan dewam kir. Bi derbeyê partiyên sîyasî hatin betalkirin, serokên partiyan ewilî li baregehên leşkerî hatin binçavkirin û paşê hatin mehkemekirin.

Meclîs hat girtin û Qanûna Esasî hat rakirin. Partiyên siyasî hatin girtin û malên wan hatin desteserkirin. 650 hezar kes hatin binçavkirin, milyonek û 683 hezar kes hatin fîşkirin. 230 hezar kes di 210 hezar dozê de hatin mehkemekirin. Li 517 kesan cezayê îdamê hat birîn. Hat belgekirin ku 171 kesan ji ber îşkenceyê can dane. Rojnameyan heta 300 rojê weşan nekir.

Derbeya leşkerî ya ku li ser civatê bi gelek hesaban hat kirin, hiqûqa xwe ava kir û dewlet û civat ji nû de dîzayn kirin. Paşê her çiqas kesên sivîl çûbûn îktîdarê jî, bi Qanûna xwe ya esasî ya ku di 1982an de amade kir, tim li îktîdarê ma.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.