Derfetên me ji bo jiyanekî digel hev û însanî hêj xelas nebûye

Derfetên me ji bo jiyanekî digel hev û însanî hêj xelas nebûye

Xebatên hilbijartinê yên namzetê Azad Zekerîya Yapıcıoglu ya ku HUDA PARê piştgirîye didiye didomin.

Namzetê Azad Zekerîya Yapicioglu, di çarçoveya vekirina buroyên hilbijartinê de xebatên xwe didomene. Yapicioglu di vê çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Kayapınarê ya taxa Huzurevlerî ya Amedê beşdarî vekirina buroya hilbihartinê bû û di derbarê rojevê de axavtinek li wir kir.

Yapicioglu di derbarê pirsgirêka kurd de gotina Serokomar Erdogan a ‘Pirsgirêka kurd tune ye’ bi bîr anî û wiha got: “Ji bo ku pirsgirêk werin çareser kirin, bi pêşanî divê hebûna wê pirsgirêkê were qebûl kirin.”

Yapicioglu her wiha di derbarê rojeva cîhanê de jî nirxandinan kir û axavtina xwe wiha  domand: “ Ew misilmanên Rohîngyayî yên ku ji ber zilma Myanmara Budîst revîyane  di nava behre de bi rojan tî û berçî mane. Dema ku çav li qamerayekê dixin hemû desten xwe diavêjin zikê xwe. Ji  vî tiştî re jî dinya dibe temaşevan. Her wiha ji vî tiştî re Endonezya jî dibe asteng. Nahêle ku ji behrê derkevin qeraxa behre. Divê Endonezya, wan alîkarîyên ku di bobelata tsunamî yê de lê hatine kirin ji bîr meke. Her wiha her derê welatên me misilmanan bi xwîn e. Dijmin dixwaze ku misilmanan bi misilmanan bide kuştin. Divê em di vê mijarê de li hemberî dijminê xwe hişyar bin. Lewra ev tişt lîstikên emperyalîstay e. Divê em vê firsetê nedin desten dijminên xwe.”

Yapicioglu di dawîya axavtina xwe de li ser pirsgirêk û çareserîyên wan  sekinî û axavtina xwe wiha bi dawî anî : “Haya me ji pirsgirêkan heye. Bi izna Xwedê em ê van pirsgirêkan li ser rêya edaletê çareser bikin. Em talibê vê wezîfeyê ne. Ji ber vê yeke jî em ji hilbijartinên 7ê hezîranê ra ji we teleb dikin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.