Deriyê Umûdê(Umut Kapisi) di sala 2015an de alîkariya 20 hezar malbatê kir
Banqeya Zad a Deriyê Umûdê ya Diyarbekirê rapora fealiyatan a sala 2015an bi raya giştî re parve kir.Li gor raporê di sala 2015an de tevde ji 20 hezar û 179 malbatê re alîkarî hatiye kirin.
Banqeya Zad a Deriyê Umûdê ya Diyarbekirê ya ku girêdaye Platforma Alîkariyê ya Kerwana Umûdê ye rapora fealiyetan a 2015an bi raya giştî re parve kir.
Serokê Banqeya Zad a Deriyê Umûdê ya Diyarbekirê M. Sidiq Furqan di derbarê alîkariyên ku hatine kirin de diyar kir alîkariyên ku hatine kirin bi alîkariyên kesên xêrxwaz û keda wan hatiye kirin û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em wek Deriyê Umûdê di sala 2015an de tevde ji 20 hezar û 179 malbatê re di bihaya 883 hezar û 428 lîre alîkarî belav kir.Xwedê nesîb bike em ê van xebatên xwe yên alîkariyê bidomîn. Me di çarçoveya van alîkariyên ku hatine kirin de birayên xwe muhacir ên Sûriyeyî jî ji bîr nekir.Xwedê Teala ji temamê kesên ku keda wî di van alîkariyan de hene razî be.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.