Destûr nedan Mîrzaoglu da ku beşdarî şîna bavê xwe bibe

Destûr nedan Mîrzaoglu da ku beşdarî şîna bavê xwe bibe

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî bavê Yahya Mîrzaogluyê ku ji ber nasnameyan xwe Îslamî ev bû 23 sal ku di girtîhê de bû çûbû rehma Xwedê.

Her weke ku tê zanîn berî vê çendakî bavê Yahya Mîrzaogluyê ku ji ber nasnameyan xwe îslamî ev bû 23 sal ku di girtîhê de bû çûbû rehma Xwedê.Kesên rayedar destûr nedan ku Yahya beşdarî şîna bavê xwe bibe.

Malbata Mîrzaoglu di derbarê mijarê de diyar kirin ew ji bona ku Yahya karibe beşdarî şîna bavê xwe bibe muracatî Girtîgeha Tîpa Tyê ya Sîwerekê kirin,lê belê dozgerî,midûrê girtîgehê û cendirmê ji ber ewlehiyê muracata wan qebûl nekirin.

 “Beşdarbûna şîna naskiriyê xwe mafê mehkûman e”

Di derbarê mijarê de Parêzer Mîrhan Ozbeklî nirxandinan kir.Ozbeklî diyar kir di qanûna înfazê de guhartin hatine kirin û wiha pêde çû: “Li gor qanûnê mahkûmê ku di girtîgehê de ye dikare beşdarî taziya naskirîyên xwe bibe. Ew serîlêdana malbatê ji bona destûrê ya ku hatiye redkirin ne hiqûqî ye.Heger sedema destûr nedanê ewlehî be cihê şînê 5-6 kîlometre ji cihê pevçûnan dûr e.”(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.