Di 12 Rojan de 540 Kes Desteser Kirin

Di 12 Rojan de 540 Kes Desteser Kirin

Îsraîla rejîma terorê, bi hinceta windabûna 3 nişteciyên yahûdî, êrîş û operasyonên xwe didomîne.

Yekîtiya Hêsîrên Filistînê di beyana nivîskî de diyar kir ku di operasyonên dawîn ên eskerên Îsraîla îşgalker de, 11 kes hatine binçavkirin. Di 12 rojan de heta niha 540 filistînî hatine desteserkirin.

  Weqfa Pêşveçûnê ya Qudsê jî bi beyanata nivîskî îfade kir ku şaxa weqfê ya li Rojhilatê Qudsê ya li ser caddeya Selaheddînê, ji aliyê polîsên Îsraîla siyonîst ve hatiye girtin.

  Li aliyê din teyarên herbê yên rejîma terorê, êrîşî sehake leşkerî ya aydiyê tûğaya Îzzedddîn el-Qasim ya li bakurê rojavayê Ğezzeyê kirin. Di êrîşê de 2 kes birîndar bûn. Her wiha êrîşî sehake leşkerî ya aydiyê Tûğaya Qudsê ya Hereketa Cîhada îslamî kirin.

  Berdevkê kevn yê Wezareta Tendurustiyê ya Hikûmeta Filistînê ya li Ğezzeyê Eşref Kudra beyan kir ku helîkopterên Îsraîla dagirker ji hewayê ve êrîşî Ğezzeya navîn kirine. Êrîş li sehaya polîsên behrê ya li rexê kampa multeciyan ya en-Nûseyratê pêk hat. Di êrîşê de 2 polîs birîndar bûn

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.