Di adresa ku leşker gotibûn paqije de wek cebilxaneya PKKê derket

Di adresa ku leşker gotibûn paqije de wek cebilxaneya PKKê derket

ŞERNEX - Wekê ku tê zanîn di 3yê Hezîranê de dawî li operasyonên li Şernexê hatibû lê lêgerîn didomîna. Hat ragihandin ku li Taxa Bahçelîevlerê ya ku hatibû diyarkirin paqij e gelek mihîmatên PKKê hatine bidestxistin.

Li Şernexê piştî operasyonên ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû û di 3yê Hezîranê de dawî lê hatibû lêgerîn hêj didomîna. Hat ragihandin ku li Taxa Bahçelîevlerê ya ku hatibû diyarkirin paqij e gelek mihîmatên PKKê hatine bidestxistin.

Gor agahiyên hatine bidestxistin li navenda bajarê Şernexê operasyonên ku ji 14ê Adarê pê ve dest pê kiribû û di 3yê Hezîranê de dawî lê hatibû ji ber ku PKKyî tim û tim têdiketin bajêr û cebilxane têdixistin nav bajêr dûbare dest bi lêgerînan hat kirin.

Di lêgerîna ku ji teref ekîbên midûrtiyê ewlehiyê ve di Taxa Bahçelîevlerê de lêgerîn hat kirin û ji teref yekîneyên leşkeran ve rapora wek paqij e hatibû dayîn. Lê hat ragihandin ku cebilxaneya PKKê di heman taxê de derketiye holê.

Hat ragihandin berê hatiye tespîtkirin ku cebilxane li wir heye. Lê digel vî agahiyê ya ku ji Serdariya Tugaya Qomandoyan û Serdariya Koma Mezin a Sînûra Cendirmeyan a 23 yemîn re hatiye ragihandin ev cebilxane di heman derê de derketiye holê.

Di dabaş adrese de 20 keleş, 3 bîksî, 2 tivingên nêçîrê, 3 roket, dabance, durbun, durbunên şevê, hewan, 35 mihîmatên hewanê, 7 têlsiz, 56 mihîmatên roketê, 56 carcûr, 46 narincok û 10 hezar berik hatine bidestxistin.

Hat ragihandin ku Serdarê Tumenê Tumgeneralê Baysar vî yekê têketina PKKyiyan a navçeyê red kiriye. Lê piştî ku dîmenên di derbarê vî yekê de dane nîşandan Baysar mecbûr maye û xwe kerr kiriye.

Wekê ku tê zanîn li Şernexê di 14ê Adarê de operasyon dest pê kiribûn. Ev operasyon di seroktiya Serdarê Artêşa 2 yemîn Orgeneral Adem Hudutî de ji teref Serdarê Tumenê Tumgeneralê Abdullah Baysar û Serdarê Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê Tuxgeneral Alî Osman Gurcan û ekîbên ewlehiyê ve hatibû lidar xistin. Di 3yê Hezîranê de dawî liv an operasyonan hatibû. Di encama operasyonan de 240 berîqet hatibûn rakirin. 39 çal hatibûn asêkirin û nêzî 50 tonan bi tevahî 539 teqemenî hatibûn îmhakirin. 498 PKKyî hatibûn kuştin û li 4 hezar û 131 malan de lêgerîn hatibû kirin.  

General hatin girtin

Hat ragihandin ku di bergeha lêpirsîna teşebusa derbeya 15ê Tîrmehê de Serdarê Artêşa 2 yemîn Orgeneral Adem Hudutî, Serdarê Tumenê Tumgeneralê Abdullah Baysar û Serdarê Tugaya Cendirmeyan a Çakirsogutê Tuxgeneral Alî Osman Gurcan hatine hirtin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.