Di bin ayeta nezerê de ala îsraîlê veşartine
ŞERNEX - Hemwelatiyê ku ev bû çend sal ayeta nezerê bi dîwara mala xwe ve daleqandibû dema ku ala îsraîlê ya ku di bin ayeta nezerê de hatibû veşartin dît şaşmayî ma.
Zekeriya Tatarê li Taxa Gundogduya Şernexê îkamet dike.Hevalekî wî berî vê çend salan jê re flameyeke ku li serê ayeta nezerê dihat nivîsîn hediye kir.Tatar piştî çend salan dît ku di pişta ayeta nezerê de ala îsraîlê hatiye bicîkirin ku ew ji ber vê yekê li xwe heyîrî ma.
Tatar di derbarê mijarê de diyar kir ew wê ayeta nezerê ev bû çend sal ku bi dîwara mala xwe ve daleqandiye û piştî ku ji ser daleqandinê çend sal derbas bûne re qumaşa flamayê xera bûye û haya wî ji vê kemînê çêbûye.
“Ev bû çend sal min vê ayeta nezerê di mala xwe de bi cihê herî xweşik ve didaleqand”
Tatar di berdewama axavtina xwe de diyar kir ev kemîneke bi konetî ya sîyonîstan e û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Bi tewafuq haya min jê çêbû ku di nava flamayê de ala îsraîlê heye.Em ji kesên Mislimanan re dixwazin bibêjin dema ku we tiştên mîna van yên dînî kiriya haydar bin.Lewra kesên cihû him ji bona pereyan bi dest bixin flamayên ku li ser wan ayeta nezerê, duaya bereketê hatine nivîsandin ji me re difiroşin him jî alên xwe di nava wan de vedişerin.Bi vî awayî jî niyetên xwe yên rastî jî nîşan didin.”
Tatar di dawiya axavtina xwe de diyar kir ev flama li navenda Stenbolê ji teref fîrmayeke bi navê Îpekyolu ve hatiye hatiye hilberandin û wiha dawî li axavtina xwe anî: “Ev yek ne bêhemdî ye, bi zanebûne.Ev ala îsraîlê bi zanebûn di nava vê flameyê de hatiye bicîkirin.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.