“Di bin qilfa hiqûqê de zilm tê kirin”

“Di bin qilfa hiqûqê de zilm tê kirin”

Di derbarê 24 endamên komeleyên îslamî yên ku li Edene bi neheqî hatibûn cezakirin de malbatên maxdûran bertek nîşan dan.

Malbatên maxdûr yên ku li Edeneyê bi neheqî hatibûn cezakirn gotin: Endamên komeleyên îslamî heger têkevin zindanan ew ê nifirên  dayik, zar û zêçên  wan endaman  ew ê li pesîra hikûmetê be.

Ji xizmên maxdûran  Aynur Sulun a ku xanima Murat Sulun e wiha ragihand: Li mekaqanûna Tirkîyeyê de tê gotin ku her kesê ku li vî welatî dijî dikare him weqfê him jî komeleyan vebikin. Lê belê weke ku hinek kes ji meqaminan talîmat standine ku endamtîya weqf û komeleyan sûc tê hesab kirin. Ji ber van talîmatan endamên komeleyên îslamî yên ku hewl didan ji bo neslekî biîman bigihîje, sûcdar hatin qebûl kirin. Lê belê dema ku zirarekî biçûk jî be digihîje hikûmetê  tehqîqete dide dest pê kirin. Hikûmet vê bê edaletîyê naxwaze bibîne. Lê belê bila were zanîn ku ew endamên komeleyên îslamî heger têkevin zindanan ew ê nifirên  dayik, zar û zêçên  wan endaman  ew ê li pesîra hikûmetê be.”

“Divê demildest hikûmet vê zilmê ya  ku tê kirin bibîne”

Xizma medxûrekî din  Gullu  Serîn a ku xanima Abîdîn Serîn e di derbarê vê mijarê de hest û ramanên xwe wiha anî ziman: “ Mêrê min di paşarojê de jî ji berk u li mizgeftan dersa Qur’anê dide hat girtin. Îro jî ji ber sedema ku endamê komeleya  îslamîye ye  û ji berk u alîkarîya însanan dike sûcdar hat  qebûl kirin û jê re 6 sal û 3 meh  ceza hat birîn. Me tiştek ji vî tiştî fêm nekir. Lewra ev ceza di dema  him serokomar û him jî serokwezîrekî ku nimej dike de hat dayîn.  Ev nakokî ye. Divê berî kêlîke hikûmet vê zilmê ya  ku tê kirin bibîne.” (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.