Di Çemê Dîcleyê de cenazê mêrekî hat dîtin

Di Çemê Dîcleyê de cenazê mêrekî hat dîtin

Hat tespîtkirin ku laşê cenazê ku li navçeya Sûra Diyarbekirê di Çemê Dîcleyê de hat dîtin, ê T. A.yê 42 salî ye.

Li navçeya navendî ya Sûra Diyarbekirê di Çemê Dîcleyê de laşê mêrekî hat dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîm bo herêmê hatin veguhastin û teber ji avê derxistin. Di encama lêkolînan de hat tespîtkirin ku teber ê T. A.yê 42 salî ye.

Bûyer, di saetên nîvro de li derdora Kabîyê ser bi navçeya Sûrê ve çêbû.

Li ser agahdarkirina welatiyên ku li ser rûyê Çemê Dîcleyê kesekî bêliv û tevger dîtin, polîs, tîmên tenduristiyê û tîmên Rizgarkirin û Lêgerîna Binê Avê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bo herêmê hatin sewqkirin.

Cenazê mêr ê ku di encama xebata tîman de ji avê hat derxistin, piştî lêkolîna yekem a li cihê bûyerê, ji bo otopsiyê rakirin morga Saziya Tibba Edlî.

Di xebatên tespîtkirina nasnameyê de hat diyarkirin ku Cenaz ê T.A.yê (42) ye.

Sedema teqez a mirina wî kesî, piştî otopsiya ku dê li Saziya Tibba Edlî werê kirin dê zelal bibe.

Têkildarî bûyerê lêkolîn hat destpêkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.