Di Civîna Yekîtîyê De Gazîya Wehdetê

Di Civîna Yekîtîyê De Gazîya Wehdetê

Cıvîna dewra 4an ya yekîtîya alımên musluman ên dınyayê ya bı navê “dı hışyarîya ummetê de rola alıman” lı stenbolê dest pê kır. dı cıvînê de gazîya jı bo wehdetê hat kırın.

Civîna Yekîtîya Alimên Musluman ên Dinyayê li Mecîdîyekoya Stenbolê dest pê kir. Civîn 3 rojan dewam dike.

Alîkarê serokwezîr Emrûllah Îşler, serokê giştî yê yekîtîyê Yûsûf el Qeredawî, sekreterê giştî yê yekîtiyê Prof. Muhyeddîn Elî Qeredağî, lîderê Hereketa en-Nehdayê Raşîd Ğennûşî, Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Görmez û gelek alim tevlî civînê bûn.

Bername bi xwendina Quranê dest pê kir û sekreterê giştî Elî Qeredağî rapora civîna dewra 3an pêş kir. Prof. Qeredağî di xebedana xwe de bal kişand ku ji sala 2004an ya ku Yekîtî tê de hatibû avakirin û vir ve karên mezin hatine kirin.  

Yûsûf Qeredawî jî îfade kir ku gava Yêkîtî hatibû avakirin, tu welatî nedihişte ku civînê rast bikin û weha got: “Ev yekîtî bi ewn û bereketa Xweda bi rê ket. Ev yekîtî ji bo dinyatîyê neketiye rê. Em hemû xebatên xwe ji bo rizaa Xweda dikin.”

Di civînê de lîderê Nehdayê Raşîd Ğennûşî jî wiha got: “Musluman nikare muslumanî tekfîr bike. Ji parçebûn û tefrîqayê tu feyde nayê. Di şer û parçebûnê de tu kar û feyde tune ye. Em dizanin ku Îslam çareya derd û meseleyên me ye. Ji bo weha be, divê em cûdatîyên mezhebî û irqî bavêjin hêleke din.”

Serokê Karên Dîyanetê Mehmet Görmez jî, di civîna Yekîtîya ‘Alimên Dinyayê de axivî, bal kişand ser mesûliyet û berpirsyarîya ‘aliman û weha got: “Îxtîlaf û cadatîya di nava ‘aliman de, zirareke mezin dide ummeta Îslamê.”

Alîkarê serokwezîr Emrûllah îşler jî di konferansê de axivî. Îşler îfade kir ku heta misluman li ber hêzên zulumkar tewra xwe net nîşan nedin, ew ê ev bûyerên diqewimin bidomin.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.