Di dengdayîna Qudsê ya ku li Neteweyên Yekbûyî hat kirin de qerara Amerîka hat redkirin

Di dengdayîna Qudsê ya ku li Neteweyên Yekbûyî hat kirin de qerara Amerîka hat redkirin

Di dengdayîna Qudsê ya ku li Lijneya Neteweyên Yekbûyî hat kirin de qerara Amerîka ji teref 128 welatan ve hat redkirin.

Piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump Qudsê wek paytexta sîyonîstên îşxalker îlankirin re di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ji bo redkirina vê qerarê pêşnûmaya Qudsê hat gotûbêjkirin. Di dengdayîna ku ji bo vekişîn û redkirina qerara Amerîka hat kirin de 128 welat pêşnûnamaya Qudsê qebûl kirin, 9 welat destek dan qerara Amerîka û 35 welat jî bêqerar man.

Di encama dengdayînê de qerara Serokê Amerîka Donlad Trump a Qudsê wek paytexta Amerîka naskirin ji teref 128 welatan ve hat redkirin.

ÎLKHA

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.