Di dengdayînê de gef xwari bûn, niha jî hazirîya kêmkirina budçeya Neteweyên Yekbûyî dikin

Di dengdayînê de gef xwari bûn, niha jî hazirîya kêmkirina budçeya Neteweyên Yekbûyî dikin

Amerîkaya ku heftîya borî berî dengdayîna Qudsê ya ku li Neteweyên Yekbûyî gef li welatan xwar niha jî amadehîyan dike da ku budçeya Neteweyên Yekbûyî kêm bike.

Hat ragihandin Amerîkaya ku heftîya borî gefê li endamên welatên Neteweyên Yekbûyî xwar  ew ê fona Neteweyên Yekbûyî 285 milyon dolar kêm bike.

Derbarê mijarê de ji teref Nîkkî Halleya Temsîlkarê Daîmî ya Neteweyên Yekbûyî ya Amerîka  ve hat ragihandin ew ê Amerîka di sala malî ya 2018-2019an de fona Neteweyên Yekbûyî 285 milyon dolar kêm bike.

Halley di daxuyanîya ku belav kir de diyar kir “ev gava ku hatiye avêtin gaveke rast e.”

Weke ku dê bê bîran berî dengdayîna Qudsê Halley û Trump gef li welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî  ne xwar dabûn.(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.