Di derbarê êrîşa Amedê de 11 binçavî

Di derbarê êrîşa Amedê de 11 binçavî

DİYARBEKİR - 11 kesên ku tê diyarkirin têkiliya wan bi êrîşa ku li Diyarbekirê hatiye kirin re hene hatin binçavkirin.

Her weke ku tê zanîn li Diyarbekirê êrîşa bombeyî li polêsan hatibû kirin ku di wê êrîşê de 7 polês jiyana xwe ji dest dabûn 15 jê polês tevde 30 kes birîndar bûbûn.11 kesên ku tê diyarkirin têkiliya wan bi vê êrîşê re hene hatin binçavkirin.

Di daxuyaniya ku ji teref Serdozgertiya Komare yê Diyarbakirê ve hatiye dayîn de hat diyarkirin 11 kesên şikdar hatine binçavkirin û muameleyên wan li ewlehiyê berdewam dike.

Her wiha hat diyarkirin wesayîteke ku piştî êrîşê hatiye bikaranîn jî ji teref Midûrtiya Ewlehiyê ya Diyarbekirê ve hatiye bidestxistin û di malên ku di wan de lêgerîn hatine kirin dokumanên rêxistinî hatine bidestxistin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.