Di derbarê mijara cinayeta Soysal de biryara binçavkirina 19 polîsan

Di derbarê mijara cinayeta Soysal de biryara binçavkirina 19 polîsan

Di derbarê qetilkirina Cevzet Soysalê ku di sala 1998an li Batmanê hatibû revandin û pişt re jî bişkence hatibû qetilkirin de biryara binçavkirina 19 polîsan hat dayîn.

Li gor xebera Yenîşafakê di derbarê Cevzet Soysal ê ku karkerê TPOAyê bû û bi talîmata çend midurên polîsan ve ji teref Ekîba Lêkolîna Faîlên Meçhûlan ve bişkence hatîbû qetilkirin de biryara binçavkirina 19ê polîsan hat dayîn.

Polîsê ku di wextê xwe de di Midurîtîya Emnîyeta Batmanê de dixebitî destnîşan kiribû ku çend polîs bi emre midurên xwe Cevzet Soysal serê sibê ji ber mala wî revandibûn. Ev revandinê ku ji teref polîsan hatibû kirin di bin navê JÎTEMê de hatibû nîşan dan. Polîsê ku vî tiştî îtîraf kiribû ragihand ku piştî ku Cevzet Sosyal tê revandin li çoltera Beşîrî ji teref polîsê ku navê wî B. yê ve tê şikandin û  bi vî awayî ji teref B. ve tê kuştin. Piştî ku tê kuştin jî wî li wê çolterê veşardine.

Mucahîd Soysal ê ku lawê Cevzet Soysal e ji ber ku di kitêba “În”ê ya ku Sabrî Uzun ê ku Serokê Şûbeya Îstîxbarata Kevin de  revandin û qetilkirina bavê xwe dîtibû, 21ê çileyê di derheqê wan polîsên wê demê de gilîdar bûbû. (http://www.ilkha.com/haber/5972/cevzet-soysalin-oglu-suc-duyurusunda-bulundu/)

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.