Di derbarê şerê çekdarî yê li navçeya Qosera Mêrdînê ku di encamê de 3 kes mirin de, pênc kes hatin girtin
Ji 29 şikdarên ku di derbarê şerê çekdarî yê di navbera du koman de li navçeya Qosera Mêrdînê ku di encamê de 3 kes mirin, hatine binçavkirin, 5 kes hatin girtin û şandin girtîgehê.
Bûyer, di 28ê Gulanê de li taxa Ilicak a gundewarê navçeyê, li ser rêya Nisêbînê qewimî.
Nîqaşek di navbera du komên ku bi wesayîtên xwe rêwîtî dikirin de zû veguherî şerê çekdarî.
Di şer de 9 kes birîndar bûn û du ji birîndaran, A.K. (29) û D.B. (35), di roja bûyerê de mirin. V.K. (50) ku bi birînên giran anîn Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcle ya Dîyarbekirê, digel temamî mudaxeleyan jî nehat rizgarkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna bûyerê de, 29 kes hatine binçavkirin.
Piştî lêpirsîna dozgeriyê, 15 ji şikdaran, û 9 kes jî bi çavdêriya dadwerî hatin berdan.
Pênc kesên ku derxistin pêşberî dadgehê hatin girtin û şandin girtîgehê. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.