Di derheqê Zekerîya Oz de qerara girtine
Ji teref Serdozgerîya Kadikoyê ve di derheqê dozgerê kevin Zekerîya Oz de qerara girtine hat derxistin.
Serdozgerîya Kadikoyê di derheqê dozgerên kevin Zekerîya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeç de qerara girtine derxist.
Hat hînbûn ku qerara girtinê bi hinceta “Damizrandina rêxistinê, bi emelkirina şîddetê Hikûmeta Komara Tirkîyê ji holê rakirin, bi cî neanîna wezîfê” hatiye derxistin.
Hat îddîakirin Celal Kara yê ku di derheqê wî de qerara girtinê hatiye derxistin bazdaye derveyî welat.
Her 3 dozgerên ku di derheqê wan de qerara girtinê hatiye derxistin berî niha ji teref HSYKê ve ji wezîfeyên xwe hatibûn îxraçkirin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.