Di dewra Okkan de dest dirêjê namûsa mû’mînan kirin

Di dewra Okkan de dest dirêjê namûsa mû’mînan kirin

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel, di derbarê Midûrê Kevin ya Ewlehiya Amedê yê ku di sala 2001an de di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin de daxuyaniyên bandordar da.

Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê M. Bahattîn Temel, di derbarê Midûrê Kevin ya Ewlehiya Amedê yê ku di sala 2001an de di encama êrîşa çekdarî de hat kuştin de li ser çapemeniya civakîyê  daxuyaniyên bandordar da.

M. Bahattîn Temel diyar kir dema ku Gaffar Okkan li Amedê wezîfedar bû pir bêheqê dikir. Însan dihatin îşkence kirin. Di wê dewrê de mafên jiyanê nedidan kesên dîndar. Her wiha di vê dewrê de ji PKKê re meydan vebû.

Temel, xwedî derketina li cesedê Okkan a ji teref PKKê ve jî di vî bergehê de nirxand. Dûvre Temel axavtina xwe wiha domand: “Ji ber ku Okkan ji PKKê re rê û qad vekir PKK, xwedî li termê Okkan derket. PKK, wek ku Apo bin ax dike wisa xwedî li cesedê Okkan derket.”

Temel bal kişand ku di salên 90an de bi emrê Okkan re sergirtin li mizgeftan dihat kirin. Di encama vê yekê de nifşê ji mizgeftan dûr xistin. Îro jî ev nifş bi vekirina kortan re bajaran xist wek wêran. Her wiha di wê dewrê de di ewlehiyê de rêxistina paralel jî zêde bû.

Temel destnîşan kir dema ku di wan salan de Okkan wezîfedar bû neheqî zivirî zilmê. Dûvre Temel jan û mexdûriyetên di wê çaxê de wiha diyar kir: “Di dewra Okkan de guh bi sînûrên qanûnan nedihat kirin. Mûmînên ku dihatin binçav kirin çend în meh in li wan îşkence dihatkirin. Her wiha di bin îşkenceyan de gelek şexsîyetên misliman şehîd bûn. Gelek belengaz sirf ku dixwestin jiyanekê dînî bijîn hatin înfaz kirin. Di bin îşkenceyan de dest dirêjê namûs û îfeta gelek mûmîn û mûmîneyan kirin. Herî ewil di dewra Okkan de xwişkên mûmîne hatin binçavkirin û bi şiklekî wehşîyane  îşkence li wan dihat kirin.”

Temel di dawiya peyama xwe yê ku li ser çapemeniya civakî parve kir de wiha diyar kir: “Ji ber ve yekê em li ser navê belengaz û mezlûman Okkanî giliyê Xwedê Teala dikin û wî hewalê edaleta Xwedê Teala dikin.” (ÎLKHA)

 

 

 

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.