Di Dîcleyê De 3 Kesan Can Dan

Di Dîcleyê De 3 Kesan Can Dan

Li Batmanê hedîseyeke dilsoj qewimî. 2 qîzên ku ketin çemê Dîcleyê, bi avê de çûn. Emîn Başkaya ji bo qîza xwe Berîvanê û xwarziya xwe Ayşeyê xelas bike, xwe avêt avê. Lê ew jî bi avê de çû. Her sê di avê de herikin û paşê can dan.

Li ser îxbarê tîmên rizgarkirinê yên AFADê, di çem de lêgerin kirin. Cesedên Emîn û qîza wî dîtin û cesedên wan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Herêmê.

  Danê sibehê cesedê Ayşeyê jî derxistin. Cesedê wê nêzî 250 metre ji devera ku ketibûn avê wirde bû. Hat gotin ku Ayşe Yalman li Mêrsînê rûdinişt, ji bo ziyaretê hatibû cem merivên xwe

BANGAHEQ

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.