“Di doza Yasîn Boru de nezelalîyên ciddî hene”

“Di doza Yasîn Boru de nezelalîyên ciddî hene”

Parêzer Mehmet Karadag di derbarê dozên şehîdên ku 6 û 8ê cotmehê hatibûn qetilkirin de agahîyên gelekî girîng parve kir.

Parêzer Mehmet Karadag di darberê bûyerên  6 û 8ê cotmehê de û di darbarê şehîdên ku di wan bûyeran de hatibûn qetilkirin de agahî da û nirxand. Karadag di nirxandina xwe de diyar kir ku di doza ku tê dîtin de nezelalîyên ciddî hene.

“Di doza Yasîn Boru de kêmasîyên ewlehîyê hene”

Parêzer Karadag, fikr û ramanên xwe bi ÎLKHAyê re parve kir û  bal kişande li ser nakokîyên ku di nava dozê de ne.

Karadag wiha dest nişan kır:  Di derbarê bûyerên 6 û 8ê cotmehê de tene di derheqê Yasîn Boru û hevalên wî de dozname hatiye amade kirin. Lê belê parêzerên wan kesên ku di vê dozê de bertawan in îtîraz kirin û xwestin ku bertawan serbest werin berdan. Parezerê wan gumanbaran ji vê daxwaza ya serbest berdanê re van sedeman rêz dikin: Di roja bûyerê de yek ji wan di girtîgehê de, yek li eskerîyê û yek ji wan jî li nexweşxaneyê bûn. Mixabin mehkeme jî ji îtîraza parêzer re bersivek erênî da û hinek ji wan gumanbaran serbest berda. Di vê mijarê de tiştê herî ecêb ev e ku piştî 4 mehan ev îddîa tê gotin. Heta niha eqlên wan li ku bû?  Çima di wextê wan de vî tiştî negotin? Çima 4 mehan sekinîn?  Madem ew kes li derekî din bûn çima piştî 4 mehan vî tiştî anîn ziman?

Karadag li gor agahîya ku walîtîyê dabûn jî nirxandinek wiha kir: 2 kesên PKKyî yên ku di girtîgehê de xuya dikirin lê belÊ ji teref polîsên tirk ve li dervê hatine girtin nîşanî me dide ku kesên ku di bûyeran de destên wan hene li dervê ji xwe re bi azadane digerin. Ev eyba dewletê ye. Ev nîşaneya bê kêmasîya bê ewlehîyê ye.

Karadag di dawîya axavtina de wiha got: Xebera ku doza  Yasîn Boru tayînî Îzmîrê hatiye kirin operasyona îdraqkirina ya  HDPyê ye. (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.