Di êrîşa bombeyî de jimara miriyan derket 37an
Wezîrê Tendirustiyê Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku li nexweşxanê 3 birîndarên ku dihatin tedawî kirin jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê jimara miriyan bû 37.
Wezîrê Tendirustiyê Mehmet Muezzînoglu diyar kir ku li nexweşxanê 3 birîndarên ku dihatin tedawî kirin jiyana xwe ji dest dane. Ji ber vê yekê jimara kesên ku jiyana xwe di êrîşa bombeyî ya li Qada Kizilayê de ji dest dan bû 37.
Her wiha Muezzînoglu destnîşan kir ku di nexweşxanê 14ê wê giran bi tevahî 71 birîndar tedawî dibînin.
Muezzînoglu diyar kir ku di ciyê bûyerê de 30 kes jiyana xwe ji dest dane û ji van 30 kesan yekî erîşger e. Yek ji wan jî gumanbar e. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.