Di êrîşa PKKê de hemwelatîyê sivîl jiyana xwe ji dest da

Di êrîşa PKKê de hemwelatîyê sivîl jiyana xwe ji dest da

Li Kerborana navçeya Mêrdînê di dema derbasbûna wesayîta bi zirx a polêsan de wesayîta bombebarkirî hat teqandin, di encama teqînê de hemwelatîyekî sivîl jiyana xwe ji dest da û her wiha 2 jê zarok tevde 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin li Kerborana navçeya Mêrdînê  li Taxa Bahçebaşiyê li ser Cadeya 1 Mayisê di derdora seat 07.00an de dema ku wesayîta polêsan derbas dibû wesayîta bombebarkirî ji teref PKKyîyan ve hat înfîlakkirin.

Di encama teqînê de karkerê şaredarîyê Remezan Tarî(47) jiyana xwe ji dest da û her wiha 2  zarokên bi navê Huseyîn û Îdrîs  û 2 polês tevde 4 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxanê. Piştî êrîşê li heremê operasyoneke berfireh hat destpêkirin.(ÎLKHA)

 

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.