Di gel hişdariyan kevirên parke li kolanan tên bicî kirin

Di gel hişdariyan kevirên parke li kolanan tên bicî kirin

DİYARBEKİR - Walitiya Diyarbekirê ji 17 şaredariyan xwest ku heta destûrekê din xebatên wek rê, peyarê û xebatên wiha bidin sekinandin. Lê şaredarî dest bi xebatên ku heta niha dabû sekinandin kir.

Walîtiya Diyarbekirê bi navçeyên navend re bi tevahî ji 17 navçeyan di bin serenava ‘Çalakiyên Dereqanûnî’ xwest ku heta destûrekê din xebatên rê, peyarê û xebatên wiha werin sekinandin. Lê şaredarî xebatên ku heta niha dabû sekinandin ya li Taxa Kuçeya Seyrantepeyê dest bi bicîkirina kevirên parkeyê kir.

Di van rojên dawî de ji ber ku PKKyî kevirên parkeyê wek berîqet bikar tînin walîtî ji şaredariyan re nivîs şand ku heta destûrekê din xebatên rê, peyarê û xebatên wek van werin rawestandin. Lê di gel vê yekê şaredarî li Taxa Kuçeya Seyrantepeyê ya navçeya Yenîşehîrê dest bi xebatên bicîkirina parkeyan kir.

Nişteciyên taxê destnîşankirin ku di heyamekê wiha de van keviran tînin li taxê bicî dikin. Ji ber vê yekê taxî nerehet in. Her wiha taxiyan diyar kirin ku çend roj berê PKKyiyan destnîşan kirin ku dê di vê taxê de bûyer biqewime. Ji ber vê yekê PKKyiyan ji taxiyan xwestin ku deriyên avahiyên xwe bihêlin vekirî. Vedana çal û sazkirina berîqetan piştî Sûrê li Baglarê jî dest pê kir. Ji ber vê yekê taxî diltirs in ku dê ev şer li wir jî destpê bike.

Hinek taxiyan diyar kirin ku walîtî ji bo ku di vê taxê de xebat neyê kirin çend caran hişyarî daye. Lê di gel vê yekê rêvebirên şaredariyê pêşe bi vê yekê nekirin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.