Di Girtîgeha Jinan a Gebzê de şewat: 6 birîndar

Di Girtîgeha Jinan a Gebzê de şewat: 6 birîndar

QOCAELÎ - Di Saziya Înfazê ya Cezaya Girtî ya Jinan a Gebzê de şewat derket. 2 yê wî giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Li navçeya Gebzeya Qocaeliyê di Girtîgeha Jinan a Gebzê de şewat derket. Hat ragihandin ku gelek ambulans sewqê wir kirine û birîndaran rakirine nexweşxanê.

Gor agahiyên hatine bidestxistin şewat di derdora saet 18.00an de di qawîşekê de şewat derket. Bi xeberdana pasbanê gelek ambulans, vekuj û polês çûn ciyê şewatê. Dûvre vekuj midaxaleya şewatê kir. Di encama şewatê de 2 yê wê giran bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

4 kesên ku ji dumanê bandordar bûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê yê Fatîha Gebze. Her wiha hat ragihandin 2 kesên ku bi şiklekî giran birîndar bûne sewqê Nexweşxaneya Dewletê yê Farabiya Daricayê kirine.

Hat ragihandin ku di derbarê bûyerê de tehqîqat dest pê kiriye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.