Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!

Kardiyoloji Uzmanê Dr. Mehmet Tugay Yumuk diyar kir ku di demên guhertina werzê (mevsim geçişleri) de rîska krîza dil zêde dibe û destnîşan kir ku naskirina nîşanan di wextê xwe de, kêmkirina rîskan û mudaxeleya bilez ji bo jiyanê gelekî girîng e.

Pisporê Kardiyolojiyê Dr. Mehmet Tugay Yumuk, ji ber Hefteya Tenduristiya Dil (14-20’ê Nîsanê) ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî. Yumuk diyar kir ku nexasim di demên guhartina werzê de bûyerên krîza dil zêde dibin û bal kişand ser vê yekê ku êdî ciwan jî di bin rîskê de ne.

Doktor Mehmet Tugay Yumuk ku li Batmanê di nexweşxaneyeke taybet de dixebite, destnîşan kir ku ji bo parastina tenduristiya dil, şêwazê jiyanê û edetên birêkûpêk xwedî girîngiyeke mezin in.

Doktor Yumuk anî ziman ku di rojeva wan de krîza dil a ku bi taybetî di van deman de zêdetir tê dîtin heye û wiha got: 'Ez dixwazim behsa krîza dil bikim ku di guhartina werzê de zêdetir diqewime û bi taybetî ciwanan jî diêşîne.'

Pisporê Kardiyolojiyê Doktor Mehmet Tugay Yumuk

Pisporê Kardiyolojiyê Doktor Mehmet Tugay Yumuk, derbarê nîşanên krîza dil û mudaxeleya pêşîn de agahiyên krîtîk dan. Wergera daxuyaniyên wî bi Kurmancî li jêr e:

"Dibe ku bi hestê fişar û şewata li sîngê dest pê bike"

Yumuk da zanîn ku nîşanên krîza dil ji kesekî heta kesekî din diguherin û wiha got: "Her çend nîşanên krîza dil diguherin jî, bi giştî di serî de li nîvê sîngê wekî fişar (baskî) û şewatê dest pê dike. Helbet ji ber ku li vê herêmê êş zêdetir ber bi aliyê jêrê mîdeyê ve diçe, dibe ku bi êşa mîdeyê re were tevlîhevkirin. Lê belê di rewşeke wisa de, bêyî ku mirov zêde bisekine, divê ji bijîşkên pispor alîkariyê bigire."

"Tiştê pêşîn ê ku divê were kirin, gerandina li 112’an e"

Yumuk destnîşan kir ku di krîzên li derve de divê kesên zanyarê alîkariya pêşîn in mudaxele bikin û wiha dewam kir: "Em dikarin çawa mudaxeleya krîza dil a li derve bikin? Gava herî bingehîn ev e ku kesên perwerdeya alîkariya pêşîn dîtine mudaxele bikin. Kesên ku di vê mijarê de tu tecrûbeya wan nîn e, divê li gorî prensîba 'zerarê nede' tevbigerin û tenê tiştê ku bikin ev e: Di cih de li Navenda Banga Acil a 112’an bigerin û daxwaza alîkariyê bikin."

"Divê em li ser bijîşkiya parastinê bisekinin"

Yumuk destnîşan kir ku berî mirov bigihîje asta krîza dil, girtina tedbîran gelekî girîng e û wiha got: "Berî ku em werin vê astê, anku berî ku mirov krîza dil derbas bike, divê em li ser tiştên ku dikarin bikin, anku li ser bijîşkiya parastinê bisekinin."

"Qelewbûn û cixare di nav rîskên herî belav de ne"

Yumuk diyar kir ku di krîza dil de rîskên ku mirov dikare biguherîne û yên ku nikare biguherîne hene û wiha dewam kir:

"Ji bo vê yekê, hinek faktorên rîskê di destê me de ne, hinek jî ji daxwaza me der in. Di nav sedemên ku ne di destê me de ne; bi kalbûnê re rîska krîza dil zêde dibe; kesên ku di malbata wan de çîroka genetîk heye rîska wan zêdetir e. Her wiha zayenda nêr (mêr), di temenên biçûk de rîska krîzê zêde dike; ev sedemên ku em nikarin biguherînin in."

Yumuk got: "Lê belê, ji sedemên ku di destê me de ne, ya herî belav qelewbûn (obezîte) û cixare ne. Ji ber ku ev her du sedem di serê lîsteya krîza dil de ne, divê em berî her tiştî bala xwe bidin van."

"Divê kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene bi periyodîk kontrol bibin"

Yumuk diyar kir ku kesên nexweşiyên wan ên wekî tansiyon, şekir, kêmasiya gurçikan û nexweşiyên mîna van hene, divê her tim di bin kontrola bijîşk de bin. Wî da zanîn ku ev nexweşî dibin sedema xetimîna damaran.

"Rêbaza herî paqij werzîşa birêkûpêk e"

Yumuk destnîşan kir ku ji bo parastina tenduristiya dil, rêbaza herî bi bandor û aborî werzîş e û wiha got:

"Rêbaza herî erzan, herî paqij û herî rast a ku em dikarin ji bo tenduristiya dil bikin, werzîşa (spor) birêkûpêk e. Tiştê ku em jê re dibêjin werzîş; ne çûna salonan, rakirina giraniyan an jî mezinkirina masûlkeyan e. Aslê wê; di demên ku hewa ne pir sar û ne pir germ e de, rojane 20-25 deqîqe meşîna bi tempo ye ku em jê re dibêjin 'meşa postevanan'."

Yumuk got: "Meşeke 20-25 deqîqeyî, metabolîzmaya bingehîn a mirov heta 48 saetan bilez dike, lewma rîska krîza dil bi rengekî berbiçav kêm dike."

"Divê mirov bala xwe bide sê spiyan"

Yumuk destnîşan kir ku edetên xwarinê di tenduristiya dil de roleke mezin dilîzin û wiha got: "Li gel werzîşê, divê em pir bala xwe bidin edetên xwarinê jî. Her gav behsa 'sê spiyan' tê kirin: Şekir, ard û xwê. Heke di bikaranîna van de mirov ji sînor derkeve, rîska nexweşiyê pir û pir zêde dibe."

"Divê derengê şevê xwarin neyê xwarin"

Yumuk bal kişand ser bandorên neyînî yên xwarina derengê şevê û şîret kir ku mirov ji xwarinên amade (pakêtî) dûr bikeve:

"Divê em hay ji xwe hebin ku derengê şevê xwarinê nexwin. Pêdivî ye ku em ji xwarinên pakêtî, ji 'abur-cubur'an; anku ji cîps, kola û xwarinên sorkirî bi her awayî dûr bikevin. Nexasim nexweşên ku nexweşiya wan a kronîk heye; wekî tansiyon, şekir, kêmasiya gurçikan û kolesterolê, ji wan re bi tundî tê pêşniyarkirin ku ji van xwarinan dûr bisekinin."

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.