Di guzergeha konvoya Kiliçdaroglu de şer derket

Di guzergeha konvoya Kiliçdaroglu de şer derket

ARTVÎN - Li navçeya Şavşata Artvînê di guzergeha konvoya lîderê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî de şer derket.

Hat ragihandin ku li navçeya Şavşata Artvînê di guzergeha konvoya lîderê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî de gule hat berdan.  Ji ber ku tîmên parastinê û polês bersiva vî êrîşê dan şer derket.

Şêwirmendê Kiliçdaroglu ragihand ku ev yek êrîş nîne û dema ku konvoy derbas bûye şer derketiye. Şêwirmendê ragihand ku rewşa Kiliçdaroglu baş e.

Her wiha gor agahiyên ku nehatine teyîtkirin di guzergeha konvoya lîderê CHPê Kemal Kiliçdarogluyî de li cendirmeyan êrîş hatiye kirin. Hat diyarkirin ku şer ji ber vî yekê derketiye. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.