Di hepsan de Yûsûfî hene

Di hepsan de Yûsûfî hene

Xelkê dîndar mexdûrê bêhiqûqiyên salên 90î ye. Bi hezaran kes bêdelîl marûzî îşkence û vepirsînan bûn. Yek ji wan Xetîb Aslan e ku ji ber xizmetên xwe yên Îslamî, 16 sal e di hepsan de ye. Malbata Aslan di heqê bêhiqûqîyan de xeber da.

Zorbayên 28ê Sibatê, gotibûn ku eger hewce be ew ê hezar sal jî bibome. Bi hezaran însanên dîndar marûzî bêhiqûqî, neheqî û îşkenceyên vê zihnîyetê bûn. Ji ber zorbatiya wan, bi sedan kes hê di hepsan de ne. Yek ji wan Xetîb Aslan e ku 16 sal e ji ber xizmetên xwe yên Îslamî di hepsan de ye.

Ajansa Îlkeyê bi malbata Aslan re xeber da. Dayik Fatma Aslan da zanîn ku ji ber nexweşiya xwe ev serê 5 salan e, nikare here ziyareta kurê xwe û behsa îşkenceyên ku li kurê wî hatine kirin kir.

Bav Mehmet Aslan jî da zanîn ku kurê wî dîndar û durust e. Tenê sûcê wî ew bû ku xizmeta Îslamê dikir. Di binçavan de hemî îşkence lê kirine, ji ber ku bi ya polîsan nekiriye, îfadeya derew pê dane îmzekirin.

Malbata Aslan dixwazin neheqî, bêhiqûqî û mexdûriyeta hatine kirin bên rakirin.

cinarinsesi.com

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.